Ji bo sala nû ya perwerdê mamoste tên amadekirin

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal bi armanca salek bihêztir a perwerdeyê, ji bo mamosteyan perwerdeya branşan rêxistin dike.

Di çarçoveya biryara giştî de, desteyên perwerdeyê yên her herêmê li gorî şertên xwe li her herêmekê komîsyon hatine avakirin û li bajarok, navçe û bajaran semîneran didin .

Mijarên Semîneran li ser sazûmanî, pêwendî û felsefeya perwerdekirinê tên dayîn.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xwesar dane ajansa ANHA yê li tevahiya herêmê 43 hezar û 66 mamosteyên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî tevlî van semîneran dibin.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rênas Fetah diyar kir ku li Cizîrê ji bo semîneran derdora 300 komîsyon ava kirine.

Rênas destnîşan kir ku armanca wan ji dayîna van semîmeran ewe ku sîstema perwerdeyê baştir bidin fêmkirin û pêkanîn.

Tê payîn ku semîner heta dawiya meha Tebaxê bidawî bibin.

Back to top button