Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê komxebatek li Helebê li darxistin.
Rawestandina şer, pêkanîna aştiyê, hin xalan sereke yên encamnameya Komxebatê bûn.
Çalakvan, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şervanên YPJ’ê tev li Komxebatê bûn.
Di Komxebatê de gelek axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn balkişandin ser bandorên derûnî û civakî yên şer û dagirkeriyê.
Her wekî behsa rola jinan di guhertina sîstema Siyasî de jî kirin.
Her wiha teqezî bi girîngiya yekkirina jinên cîhanê jî hat kirin û hat gotin:
“Çareseriya herî baş ew e ku jinên cîhanê bibin yek da ku em azadiya xwe bi dest bixin.”
Herî dawî komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.
Hin xalên serekê yên encamnameyê ev in:
“Rawestandina şer, pêkanîna aştiyê, serbestberdana girtiyan.
Eşkerekirina çarenûsa windahiyan, doza şehîd Hevrîn Xelef bigihêje dadgehên navneteweyî.
Bidawîkirina dagirkeriyê li Sûriyeyê, pêşxistina têkiliyan û lihevkirinan bi tevger û rêxistinên jinan re.”