Rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên Edeneyê xwestin hewldana êrişa li dijî avahiya xwe şermezar bikin, lê polîsan bi hinceta “ewlehiyê” daxuyanî asteng kir.
Jina bi navê A.C., 3 şûşeyên pet ên ku teqemenî û madeyên şewitandinê tê de hebûn danî ber deriyê avahiya rêxistina HDP’ê û Partiya Çepên Kesk a li ser navçeya Seyhan a Edeneyê û hewl da êriş bike.
Rêveberên partiyan wê jinê zeft kirin û radestî polîsên dewleta tirk a dagirker kirin.
Endam û rêveberên her du partiyan xwestin li ber Parka Înonuyê saet di saetên berêvarê de daxuyanî bidin.
Polîsan destûr neda ku rêveberên partiyan daxuyanî bidin û asteng kirin.
Polîsan hinceta astengkirinê jî “ewlehiyê” nîşan da.
Girseya ku li der û dora avahiya partiyan kom bûbûn jî bi berzkirina dirûşman bertek nîşanî hewldana êrişê û astengiya polîsan dan.
Polîsan êrişî girseyê kir û wan dorpêç kir.