Welatên Rojavayî bi hewara Ukrayna de diçin

“Konferansa Başkirina Ukrayna” despê kir.
Amerîka ragihand ku ew ê 1.3 mîlyar dolarê din alîkariyê bidin Ukrayna.

“Konferansa Vegerandina Ukraynayê” ku bi armanca ji nûve avakirina Ukrayna piştî şer, li paytext Brîtanya Londonê bi mêvandariya Ukrayna û Brîtanyayê dest pê kir.

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak, dîplomat, siyasetmedar, karsaz û nûnerên rêxistinên navneteweyî yên wekî Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî di konferansê de amade bûn.

Ji Bêrîtanya alîkariya 3 mîlyar dolar bo Ukrayna

Serokwezîrê Brîtanya Sunak di axaftina xwe ya li konferansê de got;

Rûsya dixwaze aboriya Ukraynayê têk bibe lê Ukraynayî li kolanên paytext Kîevê xebatên xwe didomînin.

Sunak diyar kir ku Îngilîstan ji bo piştgiriya aboriya Ukraynayê ji bo 3 salan 3 milyar dolar garantiya krediyê bide.

Sunak diyar kir ku ji 38 welatan 400 şîrketan peyman îmze kirine.

Zelensky: Ji nûve avakirina Ukrayna erkekî cîhanî ye

Serokomarê Ukraynayê Zelensky bi rêya vîdeo beşdarî konferansê bû û wiha got:

Li gorî prensîba bingehîn a welatên me, her kes girîng e.

Demokrasî di xwezaya Ukraynayan de ye.

Ew li Rûsyayê çi difikirin, an çi dikin bila bikin, em ê dîsa jî pêşkêş bikin.”

Zelensky diyar kir ku ji nûve avakirina Ukrayna erkekî cîhanî ye.

Ji Amerîka bo Ukrayna: 1.3 Mîlyar dolar alîkariya bo Ukrayna

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken di konferansê de ragihand ku Amerîka wê 1.3 milyar dolarên din wek alîkarî bide Ukraynayê.

Blinken diyar kir ku 520 mîlyon dolar ji alîkariya zêde ya ji bo Ukraynayê wê ji bo tamîrkirina tora enerjiyê were xerckirin.

657 mîlyon dolar dê ji bo nûjenkirina deriyên sînor, bender, xetên trênê û binesaziyên din ên krîtîk were bikar anîn,.

Blinken dazanîn ku ji despêka şerê li Ukraynayê re welatê wî bêtirî 20 mîlyar dolar alîkarî bû Ukrayna kiriye.

YE: Ti gomana wê tineye ku wê Ukrayna bibe endamê ye

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ji aliyê din ve hêviya xwe ya ji bo paşeroja Ukraynayê anî ziman.

Von der Leyen got:

Ti gumana min nîne ku Ukrayna wê bibe parçeyek ji yekîtiyê.

Fransa sîstema parastinê ya SAMP-T şandiye Ukrayna 

Li aliyekî din, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di daxuyaniyekê de ragihand ku sîstema parastina erd-hewayî ya menzîla navîn a modela SAMP-T ya Fransa-Îtalî radestî Ukrayna kirine.

Macron 4 mehan soz dabû ku vê sîstemê bide Kîevê.

Back to top button