Cezayê hucreyê û înfazê li girtiyên di grevê de ne birîn

Li jinên girtî yên ketine greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê hatiye birîn û mafê wan ê telefonê jî hatiye desteser-kirin. Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Bêrîvan Îsmaîl jî bang li tevahî jinan kir ku piştgiriya berxwedana têkoşerên di girtîgehan de bikin.

 

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan di roja 26. de li dar e.

Jinên girtî Hatîce Çakmak, Nîda Kutlu, Zelal Başboga, Şukran Ozer, Şeyma Kantarci û Sûdan Guven ên li Girtîgeha Alanya Tîpa L dimînin bi awayek dorveger greva birçîbûnê birêve dibin.

Girtiyên jin bi rêya telefonê ji malbatên xwe re diyar kirin ku ji dema wan dest bi greva kirine zext li girtîgehan zêde bûye û gotin:

Cezayê dîsîplînê li me birîn û mafê me yê telefonê jî hatiye desteserkirin.

Rewşa tenduristiya Fatma ozbay di xeteriyê de ye

Fatma Ozbay yek ji jinên girtî yên li girtîgehê, bi hêvî, bawerî û têkoşînê li gel nexweşiyê li ser piyan maye ye.

Fatma 55’salî ye û 23 sale girtiye û bi salan li gel nexweşiya penceşêrê di girtîgehê de tê girtin.

Niha rewşa tenduristiya Fatma di xeteriyê de, tevî ku nexweşe jî karên kawşê bê dikin û zextê lê dikin.

 

”Divê piştevaniya berxwedêrên di girtîgehên Tirkiyê de bê kirin”

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Bêrîvan Îsmaîl jî got:

çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehan de, mîna serhildana jin û gelê Kurd ên ku parastina dîrok, çand, rûmet û azadiyê dikin

Bêrîvan Îsmaîl bang li tevahî jinên cîhanê kir ku xwedî li berxwedana têkoşerên di girtîgehên Tirkiyê derkevin

Back to top button