Meral Çîçek: Polîtîkaya Tirkiye û PDK’ê bûne yek

Aktîvîsta mafên jinan Meral Çîçek, bal kişand ser geşedanên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û got: Têkiliya îro ya PDK û Tirkiyê ku ji hevdû naqetin û bûne yek. Tirkiye girêdanbûna PDK’ê li gorî berjewendiyên xwe teşe dide.

 

Li herêma başûrê Kurdistanê demek dirêje qyrana abûrî û siyasî heye.

Desthilatdariya Iraq, Tirkiye û Amerîkayê bandora xwe li herêmê dike û beyî wan li vir siyasetek nayê meşandin.

Ev ji debe sedema ji holê rakirina destkeftiyên ku hatine bidestxistin.

Aktîvîsta mafên jinan Meral Çîçek ji ajansa rojnewsê re behsa rewş û polîtîkayên ku li Herêma Başûrê Kurdistanê tê meşandin kir.

Meral destnîşankir ku dewleta Tirk her dem li dijî statibûna kurdan derket û niha jî di heman helwestê de ne û wiha nirxand:

“Tirkiye ji bo tasfiyekirina kurdan ji xwe re hevkaran digerin. Ji ber vê jî 40 sal in Tirkiye mudaxaleyê axa Başûr dike. Têkilî û polîtîkaya îro ya PDK û Tirkiyê ji hevdû naqetin û bûne yek. Tirkiye girêdanbûna PDK’ê li gorî berjewendiyên xwe teşe dide.”

Meral Çîçek: Ya giring ne erdnîgariya ya girin pergala ku tê avakirine

Meral Çiçek da zanîn ku bi saya bedelên giran xaka başûrê Kurdistanê ji Rejima Baas hat rizgarkirin û got;

“Ya girin ne erdnîgariye, a girîng jî pergala ku dê bê avakirin e. Ger ku pergalek azad, adilane û demokratîk neyê avakirin, siyaseta navxweyî neyê pêşxistin destkeftiyên Kurdan dikin nava xeteriyan.”

Meral anî ziman ku Amarîka li Iraqê Başûr wekî amûrekê siyasî bikar tîne. Ji bo berjewendiyên xwe hêzên li Başûr dîzayn kir.

Meral Çîçek: Amarîka dixwaze li Başûr û Suriyê li gorî berjewendiyên xwe dizaynekê çêbike

“Di sala 2007’an de di nav de Tirkiye, IraQ û PDK’ê heyî mekanîzmaya sê alî hat avakirin. Herî dawiyê li ser Şengalê hevpeymanek di navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin. Amerîka dixwaze li Sûriyê û Başûr li gorî berjewendiyên xwe dîzaynek çêke.

Meral Çîçek: Çapemeniya başûr li gorî polîtîkayên partiyên xwe tevdigerin

Meral Çiçek teqez kir ku qeyrana heyî bandûrê li ser gelê herêmê dike û teqez kir ku heta li hemberî pirsgirêkan polîtîkayekî çareseriyê neyê pêşxistin dê tu carî li herêmê aramî pêk neyê.

Girêdayî rûlê çapemeniyê jî diyar kir ku çapemenî li gorî xet û polîtîkayên partiyên xwe tevdigerin. Li hemberî çapemeniya serbixe û muxalîf jî zextek mezin heye. Gelek rojnameger ji ber nûçeyên xwe hatin girtin.

Back to top button