QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê hatiye têkbirin û di şerê giran de 7 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî êrişên dawîn ên li ser navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.
QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsayê zêdetir kirine û tevgera balafiran bê navber dewam dike.
Di dewama daxuyaniyê de, hate gotin ku şervanên QSD`ê bersiva êrişên bejahî yên çeteyan ên li dijî gundewarên Eyn Îsayê da û êrîş hatin têkbirin.
Hat diyarkirin ku 21`ê Kanûnê ango (duh) di saetên şevê de, çeteyên dagirker ji çend aliyan ve êrişî gundê Mişêrfê kir û şerekî giran rû da.
Di encama bersivdayîna şervanên QSD`ê de 7 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.