Li Dêrazorê 515 sobe li dibistanan hatin belavkirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 515 sobeyên nû li ser dibistanên gundên li rojhilatê Dêrazorê belav kir.

Li gorî vê, Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê 200 sobe li ser 45 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya Firatê,

150 sobe li ser 57 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya El-Sosê,

55 sobe li ser 37 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya Hecînê û 110 sobe li ser 35 dibistanên Navenda Perwerdeyê ya Geranîc belav kirin.

Di sala borî de jî, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 3 hezar û 62 sobe ji bo dibistanên gundên rojhilat tevî mazotê pêşkêş kiribûn.

Back to top button