Li Rojavayê Musilê dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon

Fermandariya Hevbeş ya Leşkerî a Iraqê ragihand ku hêzên wan li Rojavayê Musilê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dan destpêkirin.

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li Iraq’ê roj bi roj zêde dibe.

Ji ber vê sedemê hêzên Iraqê li dijî çeteyan operasyonek li bakurê bajarokê Badoş ya dikeve Rojavayê Musilê, operasyonek dan destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewelehiya Nîştimanî ya Iraqê, operasyon hemwextî serdana wezîrê ewlehiyê yê Iraqê Ebdulxenî El-Esedî ji Başûrê Kurdistanê re ji bo nîqaşkirina mijarên hevbeş ên ewlehiyê pêk tê.

Back to top button