Artêşa Tirk zêdetirî 100 maşîneyên din yên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Dewleta Tirk a dagirker amadekariya şerekî mezin dike, duh 100 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kir..

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa Tirk zêdetirî 100 maşîneyên leşkerî, alavên leşkerî û lojistîk derbasî Idlibê kir..

Li aliyê din jî, vê sibehê dironek nenas şirketa Weted ya Sotemeniyê li bajarokê Sermed yê Idlibê bombebaran kir..

Di encama bombebaranê de, zirarên madî çêbûn..

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku nîvê şevê çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li gundewarên Başûrê Idlibê pev ketin..

Deverên hatin topbaran kirin jî, Kinsefra, Bara, Sifûhin, Fitêra û Filêfil in..

Back to top button