Kongreya Amerîka ji ber kirîna S-400 wê cezayan li Tirkiyê ferz bike

Kongreya Amerîka pêşnûmebiryarek ya nû ji bo cezakirina Tirkiyê li ser kirîna S-400 pêşkêş kir.

Li gorî destgehên ragihandina Amerîka, Cîgirê Serokê Komîteya karûbarên derve û endamên kongreyê pêşnûmeya biryara ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê ji ber kirîna S400, pêşkêş kir..

Ev pêşnûmeya cezayan bi navê “Qanûna li dijî hinardeya çekên Rûsî”, lê hat kirin.

Li gorî pêşnûmeya cezayan, armanca kirîna S400 bazirganiyek mezine û dijbertiya bi Amerîkayê re ye.

Lewra kongreya Amerîka daxwaza ferzkririna cezayan li ser Tirkiyê kir.

Back to top button