Di nav de kujerê Hevrîn Xelef Amerîka ceza li 8 kes û rêxistinên Sûrî birî

Di nav de kujerê Hevrîn Xelef Amerîka ceza li 8 kes û rêxistinên Sûrî birî.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê îro ragihand ku li dijî 8 ferd û 10 rêxistinên Sûrî ceza birîn.

Ceza di çarçoveya tedbîrên girêdayî têkoşîna li dijî terorê û tedbîrên girêdayî Sûriyê de ne.

Aliyên ku hatine cezakirin ev in;

Şaxên îstîxbarata giştî û leşkerî yên hikûmeta Şamê,

Çeteyên Ehrar El-Şerqiye û terorîstê bi navê Ehmed Feyad El-Hayis (Ebû Hatim Şeqra) ku berpirsê şehîdxistina siyasetmedar û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû, hatin birîn.

Têkiliya Ebû Hatim Şeqra bi aliyên Tirkiyê yên fermî re xurt e, her wiha di Nîsana 2018’an de Ebû Hatim Şeqra bi serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan re civiyabû.

Dewleta Tirk a dagirker piştgiriyeke xurt dide çeteyên Ehrar El-Şerqiye, bi koma herî sûcdar û kiryarên revandina sivîlan tê nasîn.

Ehrar El-Şerqiye girêdayî Cebhet El-Nusra bû ku ew jî di lîsteya terorê ya navdewletî de ye.

Back to top button