Li Qamişlo ji bo azadiya Rêber Apo kampaya komkirina îmzeyan despê kir

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin.
Îmze wê ji YE’ê re werin şandin.

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ragihand.

Daxuyanî li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişlo hat dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi pêvajoyên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hate kirin.

Bal hat kişandina li ser binpêkirina mafê mirovan ya li gorî zagonên navnetewî jî.

Li gorî zagonên Desteya NY û Rêxistinên Mafê Mirovan yên navnetewî, herî kêm divê 14 rojan girtiyek bikare bi malbat û muwekîlê xwe re bikeve peywendiyê.

Lê dewleta Tirk li pêşiya çav û guhên wan desteyan ji zêdetirî 13 salan ve polîtîkaya tecrîda mutleq li dijî Rêber Ocalan pêk tîne.

Nahêle malbat û parêzerên Rêber Apo pêre peywendiyê deynin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, dewleta Tirk guh nade biryara Komîteya Ewropayê ya qedexekirina êşkenceyê û wiha dewam dike:

“Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û azadxwazên cîhanê, ji ber nedayîna agahiyan derbare rewşa tendurstî ya rêbertî, têkoşer û fîlozof Abdullah Ocalan de bi fikar in.”

Daxuyanî bi bangê Bijî Rêber Apo bi dawî bû.

Back to top button