Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 75’an de didome

Hate ragihandin ku pêdiviyên girtiyên siyasî ên ku 75 rojin di greva birçîbûnê de ne, nayên dabînkirin.
Dayika yek ji wan girtiyan Lalihan Kurt banga hişyariyê li gel kir û got: Pêwîst e Kurd vê berxwedanê bibînin û pêngaveke li gor wê bavêjin.”
Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de jî bertek nîşanî 25. salvegera komploya navnetewî û tecrîdê dan.
Xizmên girtiyan, diyar kirin azadiya Rêber Apo azadiya me ye.

Tevî şert û mercên giran, girtiyên siyasî ên li girtîgên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 75 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Tevî hemû zextan jî, Girtî di daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd de bi biryar in.

Li girtîgeha Kavakê ya Samsûnê, pêdiviyên girtiyan nayên dabînkirin

Hate ragihandin li Girtîgeha Kavakê ya Samsûnê, pêdiviyên girtiyan nayên dabînkirin

“Divê tecrîda li ser rêberê me û zarokê me bi dawî bibe”

Lalihan Kurt bal kişand ser kirinên rêveberiya girtîgehê û bertek nîşanî tecrîdê jî da.

Dayika Lalihan banga hişyariyê li gel kir û got:

Zarokên me rûmeta me ne. Berxwedana wan jî, ji bo jiyaneke azade.

Hezar silav li kurê min û hevalên wî yên di girtîgehê de, paşve gav ne-avêtine û li ber xwe didin.

Pêwîst e kurd vê berxwedanê bibînin û pêngaveke li gor wê bavêjin.”

Di 25. salvegera Komployê de, malbat Nobeta Edaletê digirin

Li aliyê din li Amed, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Stenbol, Wan û Îzmîrê Nobetên Edaletê dewam dikin.

Xizmên girtiyan ku 25. salvegera komploya navnetewî bi vê çalakiyê pêşwazî dikin, têkildarî komployê û tecrîdê axivîn.

“Dîlgirtina Rêber Apo ji bo gelê Kurd rojekî tarî bû”

Dayikan diyar kirin ku dîlgirtina Rêber Apo ji bo gelê Kurd rojekî tarî bû Û tecrîda li Îmraliyê jî bûye sedema ‘xwîn, hêsir, xizanî û mirinan’.

Xizmên girtiyan: Azadiya Ocalan azadiya me ye

“Heta ku Rêberê me azad nebe, li vî welatî aştî pêk nayê, xwîn û hêsir dê bidawî nebin.

Dawiyê bi vê peyamê dayikan banga hestiyariyê kirin û ji bo azadiya fîzîkî a rêber Apo kirin ji her kesî xwestin ku helwest raber bikin

Greva birçîbûnê di roja 74’an de dewam dike

Back to top button