Bi armanca şermezarkirina kirinên dewleta Tirk û sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Jinan a Dêra Zorê li herêma El-Meamil konê şermezarkirinê vegirt.
Şêniyên Dêra Zor û gundewarên wê û nûnerên rêveberiyên sivîl û leşkerî ên herêmê beşdarî çalakiya konvedanê bûn.
Di çalakiyê de bi navê Meclisa Qanûnsaz û Partiya Sûriya Pêşerojê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên navçeya Eyn Îsayê, Serê Kaniyê û tevahî herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, şermezar kirin.
Şêniyên beşdarî çalakiya konvedanê bûne jî bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û dawî li dagirkeriyê bîne.