Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistanê KJK’ê Roja Dayikan bi daxuyaniyekê nivîskî pîroz kir.
KJK’ê çanda dayiktiyê wek çanda ked û hilberînê binavkir û wiha got:
Çanda dayiktiyê ku nirxên demokratîk ji bo civaka wekhev, azad û kolektîf diparêze, di nava sîstemên serdest û dewletperest de bûye hedefa êrîşan.
Di nava rejîma Erdogan ê faşîst de dayik-jin li gorî berjewendiyan hatine parçekirin û îradeya wan hatiye têkbirin.
Erdogan rûyê xwe yê rast di vê mijarê de jî vedişêre û nêzîkatiyeke pragmatîk nîşan dide.
KJK’ê dayikên ku tevlî pêvajoya têkoşînê dibin bi rêzdarî silavkirin û dewam kir:
Dayik ew pêşeng in ku vê faşîzmê eşkere dikin, lewma bi erdê re tên kaşkirin, êşkence li wan tê kirin û hewl tê dayin ku rûmet û îradeya wan bê şikandin.
Dayik ne tenê ji bo zarokên xwe li ber xwe didin, ji bo kêliyên azad li ber xwe didin û bûne hêvî.
Bersiva herî mezin a ku em dikarin bidin roja dayikan; hûnandina jiyana azad, mezinkirina berxwedanê û xurtkirina hêza rêxistinbûnê ye.