Partiya Sûriya Pêşerojê girêdayî geşedanên siyasî panelek li Minbicê li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê geşedanên siyasî yên li qada Sûriyê û şerên li dijî gelên herêmê, panelek li Minbicê li dar xist.

Endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, nûnerên partiyan û rûspiyên herêmê tevlî panela ku li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr bûn.

Di panelê de sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd axivî û diyar kir ku Erdogan hewl dide di sala 2023’an de gelek destkeftiyan bi dest bixe û got:

“Lê nîşaneyên li ser erdê diyar dikin ku 2023`ê dawiya AKP`ê ye. Bi taybet ji ber rewşa aborî ya li welêt û kêmbûna alîgirên hikumeta Erdogan.”

Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya partiyê Miwefeq El Ehmed axivî û diyar kir ku şerê derûnî yê li dijî herêmê, parçekirina civakê armanc dike da ku bi hêsanî were kontorlkirin û got:

“Ew hewl didin me bikin kole û vîna me kontrol bikin. Ji bo em bibin dijminê hev, fitne û derewan belav dikin.”

Back to top button