Beşdarên çalakiya pirtûkxaneya gerok: Bi fikrê Rêber Ocalan pêkhateyên herêmê bûn yek

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya hemleya “Werin cenga azadiyê”, bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê, çalakiya pirtûkxaneya gerok li Reqayê li dar xist.

Îro pirtûkxane li kolan û taxên Reqayê geriya û li qada bajêr rawestiya.

Di çalakiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê, Bozan Berkel axivî û got:

“Şerê gel ê şoreşgerî, rêya yekane ya ji bo tunekirina dagirkeriya Osmanî ye.

Em ji gelên herêmê re dibêjin, em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin û dê rêya şehîdan berdewam bikin ta ew herêm bi giştî rizgar dibin.”

Hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Lûey El Îsa jî got:

“Pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, ermen û çerkes bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan bûn yek.

Ji vir em bang li cîhanê dikin ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.”

Di dawiya çalakiyê de, sînefizyonek têkildarî jiyana rêber Ocalan, hate pêşandan.

Tê payîn ku sibe pirtûkxaneya gerok biçe bajarokên Retla yê başûrê Reqayê.

Back to top button