Rêxistina Mafê Mirov a Îranê: Herî kêm 54 kes hatine kuştin

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ragihand ku di xwepêşandanên li Îranê de herî kêm 54 kes ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatine qetilkirin.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê derbarê nerazîbûn û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Rêxistinê carek din daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku rê li ber kuştina xwepêşanderan a li Îranê bigrin û piştgiriya daxwaz û mafên gelên Îranê bike.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê diyar kir ku li gor agahiyên herî dawî gihiştine ber destê wan di xwepêşandanan de herî kêm 54 kes bi guleyên hêzên ewlehiyê hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Li gor amarên rêxistinê, herî zêde li bajarê Mazenderan xwepêşander hatine kuştin ku hejmara wan 20 kesin.

Her wiha hat diyarkirin rejima Îranê cenazeyên kesên hatine kuştin jî bi mercê ku taziye nedeynin radestî malbatan dike.

Li aliyek din jî Radyoya Îranê kuştina 35 kesan ragihand ku ji 13 bajarên cûda yên Îranê ne.

Back to top button