Li konferansa Stenbolê ya bi mijara “Komara Demokratîk û Pirsgirêka Kurd”, gelek partiyên sereke yên li Tirkiyê peyam şandin.
Partiyan balkişandin ser demokrasî, aştî, hemwelatîbûna wekhev û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan di peyama xwe de gotin;
Daxwaza wan komareke pirdeng, hemêzker û esasgirtî li ser azadiyan e.
Wan diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd şertê bingehîn ê demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.
Ozgur Ozel: Demokrasî û aştî divê bi hev re bên nîqaşkirin
Serokê CHP’ê yê berê Ozgur Ozel jî got, konferans dikare ji bo paşeroja demokratîk a welêt bibe wesîleya nîqaş û fikirînê.
Wî bal kişand ser girîngiya demokrasî, aştî, hemwelatîbûna wekhev û lihevhatina civakî.
Babacan: Pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser dibe
Serokê DEVA Partiyê Alî Babacan di peyama xwe de dibêje, pirsgirêka Kurd bi tedbîrên ewlekariyê nayê çareserkirin.
Wî bang kir ku mafên zimanê dayikê, mafên çandî û demokrasiya herêmî bibin beşek ji siyaseta demokratîk.
Davutoğlu: Lihevhatina civakî demokrasîyê xurt dike
Serokê Gelecek Partiyê Ahmet Davutoglu jî diyar kir ku her cure xebatên fikrî û sivîl yên ji bo xurtkirina demokrasî, dewleta hiqûqê û aştiya civakî girîng in.
Wî got, hevdîtina perspektîfên cuda yên siyasî dikare lihevhatina civakî û çanda demokrasiyê xurt bike.



