Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundên Sîran û Xelîfan ên herêma Biradosta başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk di saetên sibehê de careke din gundên Sîran û Xelîfan ên Biradosta başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Şevê din jî artêşa Tirk a dagirker bi riya du helîkopteran heman herêm bombeberan kirîbû.
Ji ber bombebaranê agir bi herêmê ket û ziyanek mezin li xwezaya herêmê bû.
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên dewleta Tirk bi dewamî li ser herêmê digerin.