Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî di roja 97’an de ye.
Her wiha Nobeta Edaletê jî bi biryardarî dewam dike.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û şandeya li gel serdana nobetê kir û got: Azadiya birêz Ocalan azadiya gelê kurd e.
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 97 roje ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirskirêka Kurd di greva birçîbûnê de ne.
Dîlgirtiyên azadiyê bi biryardariyeke mezin çalakiyê didomînin û di daxwazên xwe de bi îsrarin.
Nobeta Edaletê: Gel ji bo azadiya Rêber Apo li ser piya ne
Li aliyê din Nobeta Edaletê ya li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê destpêkirine jî dewam dike.
Li Amedê çalakî di roja 89’an de ye.
Çalakgeran îro careke din peyama serketinê dan.
Devereke din a cihê çalakiyê jî Wan e.
Îro Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û şandeya li gel serdana nobetê kir.
Keskîn Bayindir: Azadiya birêz Ocalan azadiya gelê Kurd e
Keskîn Bayindir têkoşîna dayîkan silav kir û got:
“Me di meşa ku 15 rojan de dît ku têkoşînek giştî tê meşandin.
Em hêza xwe ji sekna gelê xwe digirin. Azadiya birêz Ocalan azadiya gelê kurd e.
Em ê bi vê têkoşîna xwe Azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk bînin û pirsgirêka kurd çareser bikin.”
Her wiha li bajarê Êlih, Mêrsîn û Mêrdînê jî çalakiya Nobeta Edaletê dewam bû.
Li wir jî çalakgeran berxwedana zindana silav kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.