Li seranserî herêmê rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê dewam dikin

Jin û ciwanên herêmê bi rêzeçalakiyan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi coş pêşwazî dikin.
Ji Dêrîkê heta Helebê di çalakiyên ku hatin lidarxistinde îşaret bi girîngiya têkoşîna jinê hate kirin.
Heta diyar kirin jinan bi şoreş û têkoşîna xwe isbat kir ku tu kes nikare vîna wê têk bibe.

Jinên li herêmê bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî çalakiyên curbicur li dar dixin.

Di vê çarçoveyê de jin û ciwanên bajarê Hesekê meşek li dar xistin.

Di çalakiyê de li ser navê kordinasiyona yekîtiya jinên ciwan Nadiya Yousif xîtabî beşdaran kir.

Nadiya Yousif diyar kirin ku jinê bi şoreş û têkoşîna xwe isbat kir ku tu kes nikare vîna wê têk bibe.

Kongra Star a bajarê Hesekê jî bi heman armancê civînek berfireh li dar xist.

Di civînê de hate destnîşan kirin ku têkoşîna jinan ji dîrokê ve heya roja iro dewam dike û wê bidome.

Li ser asta navçeyên Şedadê, Hol û yên kantona Cizîrê jî Kongra Star panelek li ser 8’ê Adarê li dar xist.

Li bajarê Dêrik, Tirbespiyê û Çilaxa jî bi semîneran îşaret bi rêxistinbûn û têkoşîna jinan hate kirin.

Bi heman boneyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Firatê jî pêşangeheke wêneyan vekir.

Û Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Firatê Rodîn Yûsif 8’ê Adarê li jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Di bin dirûşmeya “Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” tevgera Zenûbiya li Minbicê jî serdana navendên leşkerî kir.

Her wiha li bajarê Reqa, Dêrazorê û navçeya Til Hemîsê jî di heman çarçoveyê de kolan hatin xemlandin.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî panelek ji aliyê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hate li dar xistin.

Di panelê de dê li ser mijarên “8’ê Adarê roja berxwedanê” û “Siyaset û binpêkirinên li dijî jinan” nîqaş hatin meşandin.

Li aliyekî din jî li Helebê semîner û civîn hatin lidarxistin.

Back to top button