Îsraîl, Yewnanîstan û Qibrisê peymana enerjîya bin deryayî îmze kirin

Qibris, Yewnanîstan û Îsraîlê peymana girêdana şebekeya elektirîkê ku nêzî milyarek dolare îmze kirin.

Wezîrê enerjiyê yê Îsraîlê Yuval Steinitz ku li Lefkoşya ye, bi hempîşeyên xwe yên Yewnan û Qibrisê re peymana bi sernavê “Yekgirtina Ewropa-Asya” îmze kirin.

Yuval Steinitz diyar kir ku di rewşek ya awerte de wê bikarin bi rêya vê projeyê elektirêkê bidest bixin.

Ji ber wê yekê jî ev porje wê di amadebaşiyê de be.

Wezîra Enerjiyê yê Qibrisê Nataşa Pilides derbarê projê de axivî û got,

Ev proje gaveke bi biryardariye ku ji bo dawî li mezaxtinek zêde ya ji bo enerjiyê ye.

Di xeta keyhrebeya ku werin kişandin de bi qasî 1.000-2.000 megawatt wê elektirîk derbas bibe.

Her wiha tê payîn ev proje wê 2024’an de bi dawî bibe.

Dirêjahiya xeta kehrebe ji bo wê were kişandin jî nêzî 1500 km dirêj û 2 hezar û 700 metre jî kure.

Bi vê taybetmendiya xwere projeya herî dirêj û herî kur ya elektirîkê ye ku di bin deryayê re bi rêya kebîlan were derbaskirin.

Back to top button