HDP: EM Ê BÊDENG NEBIN, EM Ê RANEWESTIN

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê têkildarî derbeya siyasî ya li Bakurê Kurdistanê daxuyanî da.
HDP’ê weke darbeya ku îradeya gel dike hedef bi nav kir û got:
Ev yek ne tenê pirsgirêka HDP’ê û gelê Kurd e, pirsgirêka hevpar a hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyê ye. Divê kes bêdeng nemîne.

 

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar kir ku ev darbeyeke nû û siyasî ye.

Di heman demê de helwesteke dijmina û li dijî îradeya siyasî ya gelê Kurd e.

HDP’ê bi bîr xist ku di dema qeyûman de şaredariya Amed, Mêrdîn û Wanê çavkaniyên wan hatibûn çikandin û got:

Wezareta Karê Hundir û sîstema desthilatar tehmûl nekir ku karên qeyûman ya nelirê û rezîltiya wan were eşkerekirin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê dawiyê diyar kir ku gel wê tu carî van tiştan qebûl neke.

Wekî berê li îrade, nûnerên hilbijartine û li partiya xwe xwedî derkeve.

Ev ne tenê pisgirêka HDP’ê û gelê kurd e, ev pirsgirêka hevpar a hemû gelên Tirkiyê û hêzên demokrasiyê ye.

Bêdeng nemînin, bedengî tê wateya qebûlkirin û desteka bi faşîzmê re.

Leave a Reply

Back to top button