KCK’ê bi boneya Çarşema Sor daxwiyaniyek da

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê, Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan bi daxwiyaniyekê pîroz kir.
Komîteyê diyar kir ku Êzidî çiqas bi rêxistin bibin, xwe bi xwe bi rê ve bibin, wê jiyana xwe misoger bikin.
Komîteyê tekez kir ku ji her demê bêhtir pêdivî bi xwebirêxistinkirinê heye.

Bi boneya Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê daxwiyaniyek nivîskî da..

KCK’ê di destpêkê de Cejna Çarşema Sor li tevahî Êzidiyan pîroz kir û got:

Gelê me yê Êzidî, cejneke din a Çarşema Sor, bi berxwedan û têkoşînê pîroz dike.

Êzidî di nava gelên cîhanê de bûne xwediyê cihê ku heq dikin.

Civaka Êzidî , li dijî gef û êrîşa li dijî hebûna xwe ya azad bi berxwedan û têkoşînê bersiv daye.

Di serî de jin û ciwan, civaka Şengalê, ji bo jiyaneke azad têkoşîn kiriye.

KCK’ê di berdewamî de got, civaka Êzîdî bila xweparastin û birêxistinbûyîna xwe ya civakî mezintir bike.

Di serî de jin û ciwan û hêzên xweparastinê xwe birêxistin bikin .

Di pêvajoya em tê de ne, ewqasê pêdiviya Êzidiyan bi xurtkirina birêxistinbûna xweparastinê heye.

Mijareke esasî ku pêdivî pê heye, têkoşîna li dijî hevkarî û xiyanetê ye.

Komîteyê diyar kir ku Êzidî çiqas bi rêxistin bibin, xwe bi xwe bi rê ve bibin, wê jiyana xwe misoger bikin.

Ji wê wesîleyê em cardin bi bîr dixin ku ji her deme bêhtir pêdivî pê heye..

Dijmin bi guherîn û veguherîn û bipêşveçûna gelê Êzidî ya di vî warî de, diqehire.

Lewma divê mirov tu car ji bîr neke ku xetera êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me yê Êzidî heye.

KCK’ê dawiyê tekez kir ku bi wesîleya vê cejnê, em cardin dixwazin destnîşan bikin ku divê Êzidî bi hev re bibin yek.

Back to top button