Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja 54’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Rêber Apo, dane destpêkirin di roja 54’emîn de didome.
Ji bo piştgiriya çalakiyê jî, malbatên dîlgirtiyan di Nobeta Edaletê de ne.
Hevseroka Şaxa TUAY-DER’a Amedê Xecê Guneş û jinên li Wanê dan zanîn ku ew ê bibin dengê girtiyan wiha got: “Divê li Tirkiyê aştiya civakî bê misogerkirin û ev jî bi vebûna deriyê Îmraliyê pêkan e.”

Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê dîlgirtên azadiyê çalakiya grevên birçîbûne dane destpêkirin û di roja 54’emîn de didome.

Çalakî dê heta 15’ê Sibatê bidome .

Ji bo piştgiriya dîlgirtiyan jî, çalakiya Nobeta Edaletê li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê hat destpêkirin.

“Aştiya civakî bi vebûna deriyên îmraliyê pêkan e”

Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER) a Şaxa Amedê Xecê Guneş, banga piştgiriya bi girtiyan re kir û diyar kir divê dayik bi tenê neyên hiştin.

“Divê biryardariya dayikan ji hemû kesan re bibe mînak”

Xecê Guneş, diyar kir ku berxwedana dayik û girtiyan, di her pêvajoyê de dîrokê dinivîsîne û wiha got:

“Divê li vir piştgirî zêdetir bibe û girtî di vê pêvajoyê de bi tenê nemînin.

Divê hemû beşên civakê hem ji vê nobetê re hem jî ji greva birçîbûnê re bêdeng nemînin.”

Xecê Guneş, diyar kir ku çalakiyên nobetê berdewam dikin û ji bo roja 15’ê Sibatê ku girtiyan ji bo grevê diyar kirin demek kurt maye û wiha axivî:

“Ev grev encax bi dawîbûna tecrîdê bi dawî bibe.

Em ê di vê xalê de piştgiriya xwe ya ji bo girtiyan bidomînin û bibin dengê wan.”

Xecê Guneş: Têkoşîna me ya ji bo rakirina tecrîdê jî dê bidome

Xecê Guneş, herî dawî diyar kir ku divê li Tirkiyê şer raweste û aştiya civakî pêk were û got:

“Aştî bi vebûna deriyên Îmraliyê pêkan e.

Têkoşîna me ya ji bo rakirina tecrîdê jî dê bidome.”

Jinê Wanê: Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin

Her wiha jinên ku hatin serdana nobeta edaletê derbarê heman mijarê de axivîn.

Jina bi navê Hariye Urek dayika dîlgirtiyê bi navê Ahmet Urek, diyar kir ku li girtîgehan girtiyên nexweş hene tevî wê jî grev didomin û wiha axivî:

“Zarokên me di şert û mercên girtîgehê yên zehmed de nexweş ketin.

Gelek kiryar û sûc derheqê dîlgirtiyên me tên kirin.

Divê Gelê Kurd li dijî van zextan bibin yek.”

“Bi yekîtiyê re wê tecrîd bê rakirin”

Halîme Îtah jî der barê tecrîdê de nêrînên xwe anî ziman û wiha bertek nîşanê tecrîda da:

“Divê em kurd li dijî tecrîdê bibin yek, ji ber bi yekîtiyê re wê tecrîd rabe.”

Reyhan Kaplan jî bang li hemû kesî kir ku xizmên girtiyan yên di nobeta edaletê de tenê nehêlin.”

Aklîma Abî jî piştgiriya xwe bi çalakiya dayikan re nîşan da û banga rawestandina şer û pêkanîna azadiyê kir.

Hazal Suren û Nalîn Şah jî diyar kirin ku ew mafên xwe dixwazin û banga azadiya Rêber Apo kirin.

Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 42’an de didome

Nobeta Edaletê: Em ê bi çalakiya bi fîzîkî Abdullah Ocalan azad bikin

Back to top button