Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 42’an de didome

Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Rêber Apo li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê destpêkiriye di roja 42’yan de didome.
Dilgirtiya azadiyê Zeynep Olbecî bi rêya parêzeren xwe name şand û got: “Heta ku em bigihêjin armancê xwe emê çalakiya xwe û têkoşîna xwe bi israr berdewam bikin.”

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya dilgirtiyan bi berxwedanek mezin di roja 42’yan de berdewam dike.

Dilgirtiya azadiyê Zeynep Olbecî ku bi xwe jî di greva birçîbûnê de ye bi rêya parêzerên xwe namek şand.

Nameya Zeynep Olbeciyê wiha ye:

“Sala 2023’yan yek ji wan salan bû ku ji bo berjewendiyên hin kesan di şer de hat israrkirin.

Ên statukoparêz, ji çareserkirina meseleya kurd tenê qirkirinê fêm kirin.

Ji bo aştî, jiyana birûmet û yekîtiyê berdêlên mezin hatin dayîn.”

Ji bo tecrîd bi dawî bibe em ketin greva birçîbûnê

Dilgirtiya azadiyê Zeynep Olbecî balkişand ser tecrîtê û got:

“Di 27’ê Mijdara 2023’yan de weki girtiyên kurd di grevên birçîbûnê ya bidem û bêdorveger de, rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û ji nû ve avakirina maseya muzakereyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derketin pêş.Heya armanca me pêk bê em ê çalakiya xwe berdewam bikin.

“Ji bo mafê xwe yê rewa bi awayekî xurt têbikoşin”

Dilgirtiya azadiyê Zeynep Olbecî herî dawî banga têkoşînê mezin kir û got:

“Ez bang li raya giştî ya demokratîk dikim ku ji bo pêkanîna van mafên me yên rewa û mafdar bi awayekî xurt têbikoşin.

Ez bang dikim ku li gorî van daxwazan têkoşîna jiyana demokratîk û azad berfireh bikin.

Ji ber ku çavkaniya hemû xirabiyên ku em bi wan re rû bi rû dimînin, israrkirina di şerê li dijî jiyana azad û wekhev û neteweya demokratîk de ye.

Ez we hemûyan bi hêviya ku dê di nêz de aştiyeke birûmet were vê xakê bi hezkirin û rêzgirî hemêz dikim.”

Girtî Topkaya: Em destûr nadin tecrîda li Îmraliyê normalîze bibe

Back to top button