Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê Lezgîn Kor diyar kir ku dewleta Tirk a qirker bi êrîşên xwe zagonên navneteweyî binpê dike.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
Hevserokê Yekîtiya Parêzaran a Kantona Efrîn û Şehba Lezgîn kor têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û got:
“Dagirkeriya Tirk dixwaze komkujiyê li ser xaka Sûriyê bike.
Lewra êrişên xwe yên li ser Sûriyê, bi taybetî jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine.”
Lezgîn Kor destnîşan kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha domand:
“Dewleta Tirk binesaziya herêmê, nexweşxane û dibistanan dike armanc.
Ev êriş û kiryar sûcên şer in û li dijî mirovahiyê ne.”
Lezgîn da zanîn ku dewleta Tirk zagonên navneteweyî binpê dike û divê helwetsek bê nîşandan.
Di emcam êrîşên dewleta Tirk de Nexweşxaneya Miştenûr ji xizmetê derket