Di xwepêşandanên li Srî Lankayê de kesek mir 84 jî birîndar bûn

Li Srî Lankayê piştî ku Ranîl bû serokê dewletê yê demdemî xwepêşandan hatibûn destpêkirin. Di van çalakiyên protestoyê de kesek mir û 84 kes jî birîndar bûn. Di vê navberê de, xwepêşandêran ragihandin ku ew ê dawî li serdegirtina avahiyên rêveberiya welat bênin. Di heman demê de anîn ziman ku wê çalakiyên wan yên ji bo guhertina rêveberiya welat bidomin.

Reva serokê Srî Lankayê jî nekarî hêrsa xwepêşandêran kêm bike.

Li paytext Kolombo bi hezaran xwepêşandêr li avahiyên rêveberiyê çalakiyên xwe yên dijî rêveberiya welat didomînin.

Serokwezîrê Srî Lankayê Ranîl Wîckremesînghe di rojên borî de diyar kiribû ku aboriya welat hilweşiyaye û piştre çalakiyên protestoyê hatibûn destpêkirin.

Piştî ku serokê dewletê Gotabaya Rajapaksa ji welat derket û Wîckremesînghe li şûna xwe peywirdar kir, çalakiyên protestoyê dîsa dest pê kir.

Çalakvanan duh girtibûn ser ofîsa serokwezîriyê û hate diyarkirin di van çalakiyên protestoyê de kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha 84 kes jî birîndar bûne.

Hikumetê jî ji 13’ê Tîrmehê saet 12.00’an heta 14’ê Tîrmehê saet 05.00’an jî qedexeya derketina derve îlan kiribû.

Piştî bangawaziyên zêde, xwepêşandêran jî gaveke erênî ya ji bo aramnkirina rewşa li welat ragihandin.

Xwepêşanderên Srî Lankayê ragihandin ku ew ê dawî li serdegirtina avahiyên fermî bînin, lê wê “têkoşîna ji holê rakirina” serokwezîr û serokê dewletê bidomînin.

Serokwezîr Wickremesinghe ferman da hêzên ewlehiyê ku avahiyên hukûmetê vala bikin û “ji bo vegerandina aramiyê çi pêwist dike bikin”.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Serok Rajapaksa îstifa kiriye.

Lê heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Maldîv ya ku weke cihê serokê welat reviyaye wir, jî di rojevê de ye.

Çapemeniya Maldîv diyar kir ku Rajapaksa şeva xwe li havîngeheke pir xweş derbas kiriye.

Back to top button