QSD: Li Til Temirê 3 leşkerên Tirk û 7 çete hatin kuştin

Navenda ragihandina QSD’ê ragihand ku 3 leşkerên Tirk û 7 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di 4, 7 û 10’ê Îlonê de hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê rêzçalakî li dar xistin.

QSD’ê diyar kir ku di encama rêzçalakiyan de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 7 çeteyên girêdayî wê li gundewarên Til Temirê hatin kuştin.

Her wiha leşkerek û 3 çeteyên din jî birîndar bûn.

Back to top button