Ji bo danûstandinên li Îranê navber hate dayîn

Hêviyên Tehran yên li Viyanayê hêdî, hêdî têk diçin. Ji ber daxwazên Rûsyayê, di dewamkirina danûstandinên peymana nukleerî yên li Awisturya de pirsgirêk derket.

Hat ragihandin ku ji ber daxwazên Rûsya yên derveyî mijara peymana nukleerî, danûstandinên nukleer ên Îranê yên li paytexta Awisturya Viyanayê hatine rawestandin.

Li gorî agahiyên ji aliyê dîplomateke di danûstandinan de parve kirî, ev 11 mehin li Viyanayê xalên peymanê têne nîqaşkirin.

Lê di nava rojên dawiyê de, Moskow xalên ji derveyê peymanê xistiye rojevê.

Û ev yek jî bûye sedema aloziyê.

5’ê Adarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ji DYA xwestibû ku cezayên li ser wan hatine ferzkirin ji bo Îranê ne derbasdar be.

Piştî vê yekê, di danûstandinên peymana nukleerî de alozî derketibû.

Tahranê li ser helwest Rûsya bertek nîşan dabû û daxwaza zelalkirina mijarê kiribû.

Peymana nukleerê sala 2015’an di navbera Îranê û DYA, Rûsya, Çîn, Fransa, Brîtanya û Almanyayê de hatibû îmzekirin.

Lê ev peyman 2018’an ji aliyê DYA ve bi awayekî yekalî hatibû betalkirin.

Back to top button