10. Rûniştina Doza Kobanê ku 22’jê girtî 108 siyasetmedar têne darizandin di roja 8’an de bi dawî bû. Siyasetmedaran ji bo siyasetmedara girtî Aysel Tugluk ku nexweş e û rewşa wê girane axivîn û xwestin were berdan… Şandeya dadgehê rûniştina dozê taloqî dawiya meha Adarê û destpêka meha Nîsanê kir.
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî ên HDP’ê jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin.
10. Rûniştina Doza Kobanê ku 22’jê girtî 108 siyasetmedar ji têne darizandin li girtîgeha Sîncana Enqereyê di roja 8’an de hat dîtin.
Di rûniştinê de siyasetmedaran ji bo hevreya xwe ya girtî Aysel Tugluk ku nexweş e û rewşa wê girane axivîn.
Parlementera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata di axaftinên xwe de bal kişand ser rewşa Ayselê.
Ayla îşaret bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) yên ji bo girtiyên nexweş kir û da zanîn rapor li gorî biryarên siyasî têne amadekirin.
Her wiha Ayla Akat destnîşan kir, wê li gel 7 jinan Însiyatîfa Azadî ji bo Ocalan dane destpêkirin û got, “Ez li pişt vê yekê me. Ocalan weke navnîşana çareseriyê nîşan didim.”
Hevseroka giştî ya berê yê HDP’ê û DBP’ê Sebahat Tûncel jî destpêkê 8’ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanî li hemû jinên têkoşer pîroz kir û got;
“Ez ê îro li vir ji bo hevala xwe Ayselê biaxivim”
Sebahat Tûncel îşaret bi behiqûqiya dewleta Tirk kir û xwest êşkenceya li ser Ayselê were bi dawî kirin û were berdan.
Hevserokê giştî HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş jî bi reya pergala dimen û deng beşdarî rûniştinê bû.
Demîrtaş jî bal kişand ser rewşa siyasetmedara girtî a nexweş Aysel Tûglûk û got:
“Biryara ku îro dadger bide, herî kêm berdana Aysel Tûglûk ya ji vê dozê were biryar girtin wê ev biryarek herî rast û hiqûqî be.”
Siyasetmedarên din yên ji dozê têne darizandin jî gotin:
“Yên ev doza kumpas amade kirin, kesên ku protestoyên li dijî DAIŞ’ê proveke kirine.
Ev doz xizmetê ji polîtîkayên şer yên AKP’ê re dike.”
Rewşa girtî ya 22 siyasetmedaran wê dewam bike
Şandeya dadgehê diyar kir ku di mijara rewşa girtiyên siyasî de guherîneke hiqûqî nîne û Aysel Tugluk jî di nav de, bi dengên zêde biryar da ku rewşa girtî ya 22 siyasetmedaran dewam bike.
Şandeya dadgehê rûniştina dozê taloqî dawiya meha Adarê û destpêka meha Nîsanê kir.



