Ji malbatan ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû

Ev 30 mehe agahî ji Rêber Apo û girtiyên pêre nayê girtin .Malbatan jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin .
Zêdetirî 30 meh in tu agahî jê nayên girtin.

Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar,

Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwîşka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn ,

Ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanan dikirin.

Lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nedihatin dayîn.

Bersivê nadin serlêdanan

Qedexeya hevdîtina bi malbatê re di 18’ê mijdara sala 2021’an de bi dawî bû.

Tevî vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê tu bersiv nedan serlêdanên ji bo hevdîtinê bi malbatê re.

Pêwîste astengiyên li pêş hevdîtinê bên rakirin

Biryara qedexeya hevdîtina bi malbatan re ku ji ber cezayê disiplînê yê di 3’yê sibatê de hatibû dayîn.

Di 7’ê hezîranê de bi dawî dibû.

Li ser vê yekê parêzerên Ocalan serî li Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê dan.

Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kirin ku dema cezayê disiplînê bi dawî bûye.

Lewma jî divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê re bên rakirin.

Hevdîtina bi telefonê

Abdullah Ocalan cara ewil di 27’ê nîsana sala 2020’an de hê dikaribû ji mafê xwe yê hevdîtina ser telefonê sûd werbigire.

Piştî ku têkildarî Abdullah Ocalan li ser medyaya civakî çendek agahî hatin parvekirin, bertekên raya giştî zêde bûn.

Bi mezinbûna bertekan re Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî.

Lê belê Mehmet Ocalan da zanîn ku hevdîtina wan di nîviyê de hatiye qutkirin.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Uysal piştî 8 salan,

Herî dawî di 2-22’yê gulanê, di 12-18’ê hezîranê û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.

Ji wê rojê heta niha jî destûra hevdîtinan nayê dayîn.

Back to top button