Şêniyên Hesekê: Hîna şaneyên DAIŞ li bajêr hene

Şêniyên Hesekê destnîşan kirin ku hebûna çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wan ên veşartî li herêmê, metirsiyê çêdikin.

Welatiya bi navê Elya Muhcim El Ezawî dibêje hîna şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li bajêr hene û xeteriya wan heye.

Elya El Ezawî bang li gelê herêmê kir ku li kêleka hêzên leşkerî bisekinin da ku şaneyên DAIŞ’ê bi dawî bibin.

Ebdullah Tela jî metirsiya hebûna şaneyên DAIŞ’ê ne tenê li ser herêmê ye, berevajî li ser tevahî cîhanê ye.

Welatiyê bi navê Ebdulselam Ewad jî destnîşan kir ku ewlehiya herêmê erka hemû şêniyan e.

Ji bo wê jî hemû şênî bi hêzên leşkerî û ewlehî re bibin alîkar û parastina bajarê xwe bikin.

Back to top button