Weke her demê berdêla şer, careke din zarok didin.
Di encama şerê navbera artêşa Etyopya û hêzên Tîgrayê de 5 hezar zarok ji malbatên wan hatin kirin.
Saziya civaka sivîl a bi navê Save The Chîldren (zarokan biparêze) li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Saziyê diyar kir ku ji ber şerê 6 mehan navbera aliyan de bû sedema ku bi hezaran zarok bê xwedî û parastin bimênin.
Nêzî 5 hezar zarok dema ji şer direviyan ji malata xwe qut bûn yan jî dayîk û bavê wan mirine.
Saziyê dazanîn ku zarokên ku qala wan tê kirin, rastî zehmetiyên fizîkî û derûnî hatine.
Rêxistinên alîkariyê nikarin xwe bigihînin gelek eyaletan û alîkariya zarokan bikin.
Li gorî rêxistinê di nava 2 mehên dawiyê de zêdeyî 950 jin û keç tecawîz lê hatine kirin.
Tê gotin gelek ji wan jî ji ber tirasan navê xwe nenivîsandine.
Piştî artêşa Etiyopa 4’ê Mijdara 2020’an dest bi êrîşa li dijî Tigrayê kir û heta niha nêzî 900 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bûn.