Meclisa Jina Azad: Têkbirina dagirkeriya Tirk wê bibe destpêka qonaxeke nû

Meclisa Jina Azad a Şehbayê û çalakvanên konê seferberiyê yê li Girkê Legê diyar kirin ku armanca êrişên dagirkeriya Tirk li dijî başûrê Kurdistanê, dagirkirina hemû herêmê ye û hate gotin ewê li dijî êrîşên dagirkeriyê têkoşîna xwe bilind bikin.

Çalakiyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên parastina Medyayê didomin.

Di vê çarçoveyê de bi dehan endamên Meclisa Jina Azad a Şehbayê daxuyaniyek dan raya giştî.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê ya Medyayê, berdewama planên dewleta Tirk ên qirêj e.

Armanca êrişan ew e ku derbeyeke bighîne hêzên me, Başûrê Kurdistanê dagir bike û baregehên leşkerî li wir ava bike da herêmê dagir bike.

Meclisê diyar kir ku têkbirina dagirkeriyê dê bibe qonaxeke nû ji bo gelê me, em ê bi bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk xewnên şehîdên xwe pêk bînin.

Meclisê dawiyê bang li hemû hêzên cîhanê, gelên herêmê û hikumetên dewletan kir ku bi rola xwe rabin û li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin.

“Berxwedana gerîla dê planên dewleta Tirk têk bibe”

Li aliyê din bi heman armancê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Girkê Legê 1’ê Gulanê bi dirûşma “bi ruhê serkeftina Garê em Pêngava Bazên Zagrosê silav dikin” çalakiya konvedanê ya seferberiya giştî da destpêkirin.

Di roja 4’emîn a çalakiyê de mamoste, endam û rêveberên Meclisa Navçeya Girkê Legê tevlî çalakiyê bûn.

Li çalakiyê daxuyaniyek hat dayîn..

Di daxuyaniyê de beşdaran piştgiriya xwe ji Pêngava Bazên Zagrosê re nîşan dan û teqez kirin ku berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla dê planên dewleta Tirk têk bibe.

Dawiya daxuyaniyê bang li hemû Kurdistaniyan hate kirin ku piştbiriyê bidin berxwedana gerîla.

Çalakiya konvedanê; dê heta sibê dewam bike.

Back to top button