Çeteyan ji navçeya Şera ya Efrînê 2 welatî revandin

Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Şêra ya Efrîna dagirkirî welatiyek temen mezin û kurê wî revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê:

”Çeteyên Tirkiyê welatiyê bi navê Îbrahîm Hemze (73) û kurê wî Mamo Îbrahîm Hemze (55) salî yên ji navçeya Şerayê revandin.”

Hat ragihandin ku dema her du welatiyên koçber vedigeriyan gundê xwe hatin revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birine.

Beriya niha ENKS’ê nûçeyên derew di nava koçberên Efrînê yên li Şehbayê belav kirin ku li Efrînê rewş aram e.

Her wiha ji wan daxwaz ji wan kiribû ku vegerin Efrînê.

Back to top button