Şêniyên Dêrazorê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Şêniyên navçeya Ebû Xeşeb a Dêrazorê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Tevgera Ciwanên Şoreşger, şêniyên bajaroka Ebû Xeşeb û koçberên li kampê bi diruşma “Bi rihê berxwedana gelên azad em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin” meşek li dar xist.

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kampa Ebû Xeşeb Zehra Tayeh daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê hatin şermezarkrin û wekî komployeke navneteweyî hate binavkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin, êrişên hovane yên bi çekên qedexekirî, belavkirina tirsê di nava şêniyên herêmên ewle de, ji bo kûrkirina aloziya Sûriyê ye..

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser avahiyên mêtîngeriyê yên li herêmên dagirkirî û hate diyarkirin ku armanc jê desteserkirina xaka Sûriyê, çewisandina ziman û nasnameya sûrî ye.

Back to top button