Salih wezîfeya serokomariyê radestî Reşîd dike

Li Iraqê piştî salekê serokomarê nû yê welat hate diyarkirin.
Letîf Reşîd sibe wê bi merasîmekê posta serokatiyê ji Berhem Salih bigre.
Di demekê ku namzetê Çarçoveya Hemahengî Sûdanî ji bo avakirina hikumeta nû hatî diyarkirin dest bi tevgerê kirî de, dijber derketin.
Tevgera Sadr bi awayekî eşkere ragihand ku ew ê di hikumeta nû ya welat de cih negirin.
Tevgera Îmtidad jî heman peyama dijberiya hikumetê da.

Di 13 Cotmehê de li parlamentoya Iraqê, Dr. Letîf Reşîd bi 162 dengan weke serokkomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin.

Tê payîn sibe li koşka Selam ya li Bexdayê, bi merasîmekê serokkomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih, wezîfeya xwe radestî Dr. Letîf Reşîd bike.

Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Letîf Reşîd, nazmetê Çarçoveya Hemahengî yê ji bo serokwezîrtiya Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, ji bo pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê erkdar kir.

Sûdanî dest bi avakirina hikumeta nû ya Iraqê kiriye

Li gorî destûra Iraqê divê Sûdanî di nava 30 rojan de hikumeta nû ya Iraqê ava bike û ji parlamentoya Iraqê bawerî bigre.

Bi taybet hemfikiriya li parlamentoyê, nêzîkbûna Çarçoveya Hemahengî ya bi Kurd û Suneyan re, egera pêkanîna hikumetê ya ji aliyê Sûdanî ve zêdetir dike.

Yek ji rêveberên Hevpeymanê ragihand, ji îro ve danûstandinên ji bo pêkanîna hikumetê destpê dikin.

Lê tevî vê yekê bertekên li dijî hikumeta Sûdanî jî zêde dibin.

Sadr: Em tevlî hikumeta nû nabin

Salih Mihemed Iraqî ku weke wezîrê serokê Tevgera Sadr, Muqteda Sedir tê nasîn derbarê tevlîbûna tevgera wan ya ji bo hikumeta nû ya Iraqê de, peyamek belav kir.

Di peyama li ser Twîtterê hatî weşandin de wiha hate gotin:

“Em bi zelalî ji endam û alîgirên xwe re dibêjîn ku em bi ti awayî tevlî vê hikumeta nû nabin.

Her kesê bi navê me bixwaze tevlî kabîneyê jî bibe, bi ti awayî nûnertiya me nake, emê xwe jê qut bikin û jiderveyî xwe hesab bikin.

Pêşniyara me ewe ku Iraq nebe koleyê bernameya derve.”

Tevgera Îmtidad: Em ê tevlî hikumeta Sûdanî nebin

Ji Tevgera Îmtidad jî heman helwest derket.

Tevgerê ragihand ku wê tevlî hikûmeta ku wê ji aliyê Mihemed Şiya Sûdanî ve bê avakirin nebe.

Berpirsê Polîtboruya Tevgera Îmtidad Raid Salih ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got:

“Tevgera Îmtidad tevgekî serbixwe ye û red dike ku tevlî hikûmetên ku li ser hîmê gendelî û parvekirina wezîfan tên avakirin bibe.”

Back to top button