Bav û keç xeyalên sînemavaniyê pêk tînin

Xebatên sînemaya şoreşa Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derfet dan ku ew jî xeyala xwe ya zarokatiyê pêk bîne.
Dema zarok bû nekarîbû bibe sînemager, lê niha bi zaroka xwe re tevlî vê xebatê dibe.

Xebatên avakirina sînemaya şoreşgerî yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derfet dide ku sînemahez xeyalên xwe pêk bînin .

Di nava şagirtan de welatiyê bi navê Kesra Ensî yê 45 salî û keça wî ya bi navê Pela (15) balê dikişînin.

“Destûra xwendina sînemayê nehat dayîn”

Kesra Ensî ji bajarê Qamişlo ye; ji zarokatiya xwe ve heskirina wî ji bo sînemayê heye.

Lê li gorî gotina wî hikûmeta Şamê rê nedaye û şertê “endamtiya partiya Baas” daniye pêşiya wî.

Wî jî ev yek qebûl nekiriye û beşa zimanê Fransî qedandiye. Lê xeyala wî ya sînemayê her zindî maye.

Dema zewiciye jî, ji bo zarokên xwe sînema vegotiye.

Kesra Ensî: Şoreşê xeyala min zindî kir

Kesra niha 45 salî ye û 2 zarokên wî hene, lê ji bo sînemageriyê xwe amade dibîne.

Derfetên ku şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) derxistine holê ew gelekî kêfxweş kiriye û ji bo pêkanîna xeyalên xwe wekî derfetek dîtiye.

Lê ji ber ku temenê wî borî ye, xwestiye keça xwe tevlî kare şano û sînemayê bike.

Ji bo vê yekê bi rêveberên TEV-ÇAND’ê re axiviye û xwestiye keça wî jî tevlî xebatên şanoyê bikin û piştî demekê tevlî kirine.

Pêla: Şanoyê baweriya min a têkildarî jiyanê zêde kir

Pêla Ensî jî ji 8 saliya xwe de bi şanoyê re mijûl dibe û niha jî li kargeha (atolye) sînemayê perwerde dibîne.

Niha perwerdeya sînemayê ji bo xwe weke şansekê dibîne û dibejê ew ê xweyalên xwe yên sînemayê mezintir bike.

Pêla dema yekem car derdikeve ser dike, gelek bi heyecan bûye, lê bi alîkariya mamoste û hevalên xwe tirsa xwe derbas kiriye.

Back to top button