Hêzên Îranê ciwanê Kurd bi êşkenceyê qetil kir

Ciwanek Kurd li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Îranê ve bi êşkenceyê hate kuştin.

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihad ku ciwanê bi navê Şehriyar Adil di 22’yê Mijdarê de ji aliyê hêzên Îtlaetê ve li Serdeştê hatibû binçavkirin.

Ciwanê Kurd Şehriyar di 3’yê Kanunê de bi kefalet hatibû berdan lê rewşa wî ya tendirustiyê gelekî xirab bû..

Malbatê ew rakiribû nexweşxaneyê lê di 8’ê Kanunê de ciwanê Kurd ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.

Gorî heman çavkaniyê, piştî ciwanê Kurd jiyana xwe ji dest dayî, Îdareya Îtlaetê ya bajar gef li malbatê xwariye û ji wan re gotine; Divê hun bêjin ‘Dilê wî sekineiye û lewra jiyana xwe ji dest daye.’

Back to top button