Li Îtaliya komxebata ji bo aştiya cîhanî hate lidarxisitin

Komxebata Navneteweyî ya Ji Bo Aştiya Cîhanî li bajarê Venedîk ê Îtalyayê hate lidarxistin. Di komxebatê de qala girîngiya têkoşîna hevpar hate kirin.

Komxebat ji aliyê Global Rîghats ve hate orgenîze kirin.

Endamên KNK’ê Adem Ûzûn, Hevseroka PYD Asya Abdullah, Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên û Berdevka HDP Ebrû Gunay li ser navê gelê Kurd tev li komxebatê bûn.

Her wiha nûnerên gelên ku ji cihên cuda yên Cîhanê têkoşîna azadiyê didin, beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de Hevseroka PYD’ê Ayşa Abdullah axivî û qala avabûna PYD’ê, têkoşîna beriya Şoreşa Rojava, roja îro a Şoreşa Rojava û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê kir.

Endamê KNK’ê Adem Ûzûn jî bal kişand ser pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn û neçareserkirina vê pirsgirêkê.

Kesayetên din jî pirzgirêkên ku rê li hember aştiya li herêmên wan digre kirin û girîngiya têkoşîna bi hev re anîn ziman.

Komxebat bi girtina biryara ku wê careke din û bi awayeke berfirehtir li hev rûnên , bi dawî bû.

Back to top button