Aloziya sotmeniyê û rewşa aborî ya têkçûyî, li herêmên di bin serweriya Hikûmeta Şamê xelk bêzar bûye û tevger pir kêm bûye. Li aliyê din, li eniyên şer jî Çeteyên Fetin El Mubîn li bajarokê Seraqib leşkerên hikûmeta şamê kuştin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku li sûriyê ji ber kirîza sotemeniyê û bêqîmeta leyreya sûrî beramberî dolar bandoreke mezin li jiyana rojane û pêdiviyên serekî yên şêniyan kiriye.
Bi kêmbûna madeyên sotemeniyê re nirxê hemû madeyên xwarinê û sebzeyan zêdetirî ji sedî 20% bilind bûye.
Di vê çaroveyê de, çûn û hatina şênî û xwendekaran ji gundan ber bi bajaran ve ji ber heman sedemê kêm bûye..
Xwediyên zeviyên çandiniyê û cotkar jî ji vê kirîzê para xwe digrin..
Leşkerekî hikûmeta Şamê li Idlibê hat kuşt
Li aliyê din jî çavdêriyê ragihand ku çeteyên Fetih El Mubîn ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li derdora bajarokê Seraqib yê li Idlibê leşkerekî hikûmeta Şamê kuştine .