Çeteyên DAIŞ’ê 4 endamên Dîfa Wetenî li başûrê Dêra Zorê kuştin

Li başûrê Dêra Zorê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşek li dijî hêzên hikumeta Şamê pêk anî û 4 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin..

Çeteyên DAIŞ’ê duh li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li derdora zeviyê Xerata yê Dêra Zorê êrîşek pêk anî.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di êrîşa çeteyan de 4 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin û jimarek birîndar bû.

Çavdêriyê diyar kir ku piştî êrîşa DAIŞ’ê, hikumetê hêzek xwe ya mezin ya leşkerî ber bi herêmê ve şand.

Çeteyên DAIŞ’ê ji Adara 2019’an ve li çolistana Sûriyê çalak bûye û êrîşên xwe di van demên dawî de zêde kirine.

Ji 24’ê Adara borî û heya niha, 631 leşkerên hikumetê li Dêra Zorê, Homs û Siwêdayê hatine kuştin.

Back to top button