Hikumeta Şamê kesên bi vîrûsê dimirin li Şehbayê vedişêre

Bi armanca derbaskirina vîrûsa coronayê bo Şehbayê, Hikumeta Şamê cenazeyê kesekî ku bi vîrûsê miriye, li bajarokê Dêr Cemalê veşart.

Hikumeta Şamê cenazeyê şêniyê bi navê Eqel Mihemed Eqîl ê ji ber vîrûsa coronayê miriye, li bajarokê Dêr Cemal ê Şehbayê veşart.

Li gorî çavkaniyan, hin rewşên din ji heman malbatê niha li Nexweşxaneya Razî ya Helebê ne.

Pispor dibêjin divê kesên bi Coronayê mirine, dûrî deverên niştecihî werin veşartin.

Li Şehbayê bi hezaran koçberên Efrînê hene û bi derbaskirina vîrûsê re jî wê bobelateke mezin çêbibe.

Back to top button