Trump 46 deqeyan bê belgeyekê nîşan bide qala nelirêtiyên di hilbijartinê de kir

Serokê DYA Donald Trump despêkê bi gotina, “Di jiyana min de dibe ku ev gotina herî girîng be” 46 deqeyan bê ku belgeyekê nîşan bide qala nelirêtiyên di hilbijartinê de kir.

Di vîdeo ya ku li Koşka Spî hatî kişandin de Trump got,

Sîstema hilbijartina DYA di bin êrîşek bi koordîne de ye.

Trump îdia kir ku hinek aliyan bi encamên hilbijartinê leyîstine.

Trump vîdeo ya ku li ser hesabê xwe yê Facebook û twitterê weşandî de, li beşa nivîsê, “hişyarî” danî.

Di rojên derbasbûyî de, Wezîrê Edaletê William Barr ku ji ajansa Associated Press re axivî got:

Ti belgeyek ku nelirêtiya di hilbijartinê de pêk hatiye û wê encama heyî bide guhertin di destê wan de nîne.

Joe Biden di hilbijartina serokatiyê ya 3 Mijdarê ku pêk hat de 81 milyon deng stand.

Ev yek jî rêjeya herî bilind ya standina dengê ji bo serokatiyê di dîroka DYA de ye.

Bi vê yekê re Biden bi qezenckirina 306 delegeyan bû serokê 46. yê DYA.

Biden, wê 20’ê Çileya 2021’an wê erkê serokatiyê ji Trump dewir bigre.

Back to top button