NY Û Etyopya ji bo alîkarî şandina Tîgrayê peymanek îmze kirin

NY ji bo alîkariya mirovî derbasî eyaleta Tîgrayê bike bi hikumeta Etyopayê re peymanek îmze kir. Bi hezaran kesên ji ber şer koçber dibin berê xwe didin Sûdanê.
NY ragihand ku jimara koçberan nêzî 50 hezarî bûye.

Ji bo rewşa li Etyopya asan bibe, danustandin û bangawazî ji qada navnetewî li aliyên şer tê kirin.

Ji ber şer rewşeke metirsîdar ya mirovî li herêmê derktiye.

Herî dawî navbera hikumeta Etyopya û NY de peymanek hate îmzekirin.

Li gorî peyamanê “bê astengî, dayîmî û parastî” wê xebatkarên NY bikare alîkariyê bişêne eyaleta Tîgrayê.

Komseriya Bilind ya Koçberan a NY ji bo pêwistiyên alîkariya lezgîn ya koçberên Tîgray û xwegihandina wan 1’ê Kanûnê bang li hikumeta Etyopya kiribû.

Doh hikumeta Etyopya bi erênî bersiva banga NY da.

Berdevkê Koordînasyona karê Mirovî yê NY Jens Laerke di daxuyaniya dayî de got:

Bi pemana navbera hikumeta Etyopya û buroya NY ya li welat hatî îmzekirin de, bê astengî, dewamî û parastî wê bikarin alîkariyê bigihînin eyaleta Tîgrayê.

NY hişyariya birçîbûnê ya ji bo Tîgrayê dabû

Ji Berdevkên Koordînasyona NY Babar Baloch jî îşaret bi metirsiya li herêmê kiribû û anîbû ziman, nûçeyên ku li derdora kampên li Eritre revandin, şer û bi zorê ji cihê wan derdixin, fikarên wan zêde kirine.

Piştî Eniya Rizgariya Gel a Tîgray (TPLF) 3 Mijdarê êrîş hêzên Etyopya kir, serokwezîrê welat Abiy Ehmed roja piştî wê fermana li dijî artêşê dabû.

Nêzî 50 hezar kes koçberî Sûdanê bûne

Her wiha ji ber şerê li herêmê heta niha nêzî 50 milyon kes ji cih û warê xwe koçber bûne.

Ev jî dimenê koçberên ji şer reviyane û bi derbaskirina çem berê xwe dane, navçeya El Fuşka ya dikeve rojavayê çemê Tekeze yê Sûdanê ne.

8 sanî dimen biherikêne.

Back to top button