Li Efrîna dagirkirî fermandarekî artêşa Tirk hat kuştin û sê leşker jî birîndar bûn

Li navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî, fermandarekî Tirk hat kuştin, sê leşker jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê çalakiyeke bi bandor li dar xist.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku di encama şerê ku li gundê Besofanê yê navçeya Şêrewa rû da, fermedarekî artêşa Tirk hat kuştin û sê leşkerên din jî birîndar bûn.

Wezerata parastinê ya dewleta Tirk jî ragihand ku li Efrîna dagirkirî fermendarekî wan hatiye kuştin.

Heta niha Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyê de daxuyanî ne daye

Back to top button