Tevgera Azadî: Şehîd Firyal Xalid ne endama me bû

Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê îdiayên dibêjin şehîd Firyal Xalid endama wan e, red kir.

Berdevkê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Cûma Kerîm derbarê îdiayên ku dibêjin şehîd Firyal endama partiya wan e, red kir û got:

Siyasetmedara Kurd Firyal Silêman Xalid ne endama partiya me ye.

Cûma Kerîm got;

“Jina çalakvana siyasî û siyasetmedara Kurd Firyal tu peywendiya xwe bi partiya me re tunebû.”

Herwiha diyar kir ku di medyaya Başûrê Kurdistanê û bi taybet di malpera Kerkûk Naw de hatiye belavkirin ku jina siyasetmedara Kurd endama Tevgera Azadî bû.

Di dawiyê de Berdevkê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Cûma Kerîm got;

“Em weke Tevgera Azadî hemû êriş û kiryarên terorî yên li dijî her welatiyeke Kurd tê kirin bi tundî şermezar dikin”

Back to top button